Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [enver hoxha] de;

1. wekî Enver xoca tê xwendin.
Serokê sosyalîzma albanya (arnavutluk)yê bû.
Konsepta dewleta enver xoca ji yûgoslavya û sovyet xeylek cûda ye.
Zaten her çiqas ku weke dewletek sosyalîst be jî tekiliyên xwe bi yûgoslavya û sovyetan re ewqas baş nebûye.
***
Ez li gellek welatên balkan geriyam. Jixwe ji muzîk û sînemaya wê deverê pir hez dikim. Bi taybetî çand û hûnera yûgoslavyayê pir hez dikim. Lowma diroka wê deverê jî pir bala min dikişine.
Di diroka balkan de Tito û yûgoslavya bi min şêrîn xûya dike.
Yûgoslavyayê jiyanek sosyalîst çêkiriye lê dest dirêjê
Mîrata îslamî û iseviyan nekiriye. hemû mizgeftên misilman û mesihiyan li şûne mayne. Lê enver xoca werg nekiriye. Li albanyayê dema wî, gellek mizgeft hatine hilweşandin. Enver xoca Ji sosyalîzmê pirtir tiştek mina diktatoryaya koreya bakûr çêkiriye. (bnr: praise the leader).
***
Gava ez li bajarekê albanyayê bûm li ser çiyayekê bi herfên mezin peyvek xûya dikir:
Never
Min ji hevalê xwe yê albanî pirsî ka ew çiye. Got: berê ew peyv weke enver hatibû nivisin.
Paş hilweşina dewleta sosyalîst me ew peyv gûhert.

Here lînkê



12.04.2020 18:25 ~18:35 | cinorek