Tirşik - Profîl
tirşik-profîla devliken kelogiri

profîla "devliken kelogiri"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gurî] de;

3. aforîzmayek ji pirtûka min a li ber zayînê: kesên gurî ji bo ji kompleksa gurîbûnê xelas bibin, berzika xwe dirêj dikin...



23.07.2013 22:54 | devliken kelogiri

2. remê gurî: şahê qahwecîyan. şirîkê ruhstîn.

remê gurî debara xwe bi gerandina qahwê dikir. di dawet û şîna de ji bo mirayê ku jê re qahwa tahl jî tê gotin, xwedîyên dawet û mirîyan ji bo çend rojan ew digirtin û remê me cewzê wî di dest de li nav mêvanan de wek çipilîskê bi vir û wê de zîz dibû. dema piçekî destê wî teng dibû û rewşa lê xerab diket, bi şev berî raketina destên xwe vedikirin û dest bi nifiran dikir, da ku xwedê ruhstîn bişanda ser dilê yekî/ê û wî jî parîyeke nan bixwara...

rahma xwedê lê be! serê gelekan xwar û qahwe li ser ruhê gelekan gerand, lê aqilê kesî nagihêje karê xwedê, talîya talî jî camêrekî heyfa bavê xwe jê hilanî û çû di şîna wî de qahwe gerand...



23.07.2013 22:52 | devliken kelogiri

1. yanî keçel...

yanî xizanê por...

yanî gurî gurî qaqa serî bi simaqa...

gurîyo navê min li te, kumê min li serê te. (Ev gotina pêşîyan e, dibe ku ya paşîyan be jî, lê nakeve serê min ku ev gotin a kesên di navbera pêşî û paşîyan de mabin, be...)



23.07.2013 22:35 | devliken kelogiri