Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [terikandina cixareyê] de;

10. tiştê ku ji aliyekê dixwazim û ji aliyeke din naxwazim. hingî ku elimîme vê jehrê û kêfa min jê re tê naxwazim dev jê berdim lê belê her diçe zerarên ku ew dide laşê min zêdetir berbiçav dibe. dev jê jî berde wê rojê min dît ku birakê min serê xwe ji pencerê derxistiye û kuşkuşa cixara wÎ bû wexta ku ez dîtim bi lez û bez cixarê avêt derve. hingî ku dilê min êşiya jî min nekarî tiştekî jê re bêjim. ma ezê çi bêjim? ez bixwe jî heman quzzilqurtê dikêşim ma min heq heye ku jê re bixeydim? nizanim çi gÛ bixwim.



11.05.2014 10:48 | oxir