Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tir li ku das li ku] de;

8. meseleke li ser tir û dasê hebû bawer dikim jê peyda bûye.

rojekê zilamek li mala xwe civatê girê daye û mêvanan li mala xwe kom kiriye. dema ku pîreka zilêm çayê li mêvanan digerîne bê hemdî tirekê dike. piştî tirê reng li zilêm diçe di ber xwe de ji şerman diqehire lê civatdaran ji bo ku zilam şermê neke weke ku wê dengê nebihîstibin berdewamî xeberdana xwe dikin. piştî ku civat belav dibe her kes ber bi riya xwe ve diçe zilam diçe ji jina xwe re dibêje: "xanimê ew çi bû te kir, te em hetikandin."

xanima wî jî dibêje "te jî par dasa me winda kiribû.."



16.03.2014 22:42 | oxir