Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mefer

profîla "mefer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qebrax] de;

8. di helbesta fêrîkê ûsiv ya bi navê "Zeriyê" de peyva "Qibrax"ê derbas dibe, ez bi cih nizanim "qebrax" û "Qibrax" yek e lê dibe ku koka wan yek be.

Yunus Dîşkaya vê helbestê kiriye stran, ecêb xweş dixwîne. Wexta dibêje:

"Çi rind î, çi qibrax î tu, beybûna al, heft şax î tu/
Fêkiya cenetê li nava bax î tu, lê bo min, ax, asax î tu"

Ji ber wateya peyva "qebrax"ê ya li cem me kurdên bakur bi min ev peyv nexweş dihat.
Ji min re bû Meraq ev peyv li nav kurdên êzidî yê Rewanê di çi maneyê de tê gotin.
Min got ez ji kê bipirsim Eskerê Boyîk hate bîra min. min ji wî re peyam şand, bersiva wî ya ji bo vê peyvê ev e:

"qibrax - yanê rêk û pêk, her tishtê wê cîda, rind, tishtê zêde ser nîne... yanê her alîva paqij e û rind tê dîtin. silav û rêz."

Bersiva wî dilê min xweş kir, gotinên stranê bêtir xweş bû.

ji bo stranê:




25.07.2021 15:09 ~15:12 | mefer