Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [n11.com] de;

2. Malpera ku ev e du caran min ji wan ji bo kombersa xwe mişkek xwestiye lê hêjî negihandine destê min e. Ji beriya naha 10 rojan min yek xwestibû. Piştî xwestina min 3 rojan wan bi xwe sîparîş betal kir. Qey berhem di destê fîrmayan de nebû. Ez rabûm min ji fîrmayeka din a di malpera wan de dîsa mişkek xwest. Min roja şemiyê (19.03.2016) xwestibû. Di hurgiliyên sîparîşê de dinivîsî ku herî dereng vê çarşemê (23.03.2016) wê sîparîşa min bidin kargoyê. Lê ev e îro roja pênçşemê ye (24.03.2016) hêjî tu deng ji wan ne derketiye. Ew fîrmaya ku min bi rêya n11ê ji wan ew mişk sîparîş kiribû re min peyam şand lê hê bersiv jî nedane peyama min.

Ji beriya naha jî min çend caran sîparîş dabûn. Di demekê kurt de sîparîşê min gihiştin destê min. Lê vê carê ka çi bû ez nizanim deng ji kesî nayê.



24.03.2016 21:29 ~21:36 | nan û av