Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ejekulasyon] de;

1. Hemwateya derbûnê ye. Yanî derkirin, derkirina avikê, avêtina avikê.

ereksiyon, bi rêya sînîrên parasempatîk çêdibê. Di stresê de sînîrên sempatîk bêhtir hişyar dibin. Parasempatîk jî zeîftir dibin. J'ber vê yekê di stres û tirsê de ereksiyon nabê û k*r narabê.

Ejakulasyon, yanî derbûn bi rêya sînîrên sempatîk çêdibê. Di stresa zêde de, hişyarbûna sempatîk hingî zêde ye, derbûn jî zû çêdibê. Îda jin jî, mêr jî ti xêrê ji hevşabûnê fêhm nakin. zûderbûn yanî Bi tirkî pirsgirêka erken boşalma xwiya dikê.

Gelek caran piştî cprê min didît nexweş(ê mirî) der bûye. Yanî avik jê hatiye. Min zehf meraq dikir, gelo j'ber çi? Hevalekî min henek dikir û digot "di dawiya emrê xwe de xol tavêjê û dimirê" *
Ez bawerim j'ber ceyrana defibrillatorê, sîstema sempatîk zehf hişyar dibê û ejekulasyon çêdibê.

Edît j'bo moderator : rastiya wê 'ejakulasyon' e. sererast bikin please.



14.04.2018 03:36 ~04:03 | gumgumok