Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rewakirin] de;

1. Jiberkirin. Di mêjî de yek bi yek qeydkirin.



Peyveke çiqa xweş û delal e. Mixabin tu kes bikar nayênî. An jî kêm bi kêm.



Ez bawerim wateya xwe ji hêwîya bin axê distêne. Yanî ji rewa . rewa girtin û rewakirin.



Ji bo rewa girtinê divê av werê mijîn û serifandin. Herî û çamûr winda bibê. Hingî ax hewayê jî distêne û hêwî (nem) jî dihewîne. Loma dexl û sîsik oksîjenê distênin û nafetisin.

Weke vê mîsalê, agahî jî divê bikevê mêjî, werê mijandin û serifandin, nefetisê , werê muhafazekirin, peyrê werê bikaranîn yanî mîna nêrgizeke bêhnxweş şîn bibe. Hingî agahî rewa bûye, hatîye rewakirin.




- keça delal helbesta qetran rewa kir û ji ber xwe ve xwen.

- feqîyê biçûk , sûreyê fatîha rewa kir.



30.04.2016 12:51 ~12:52 | gumgumok