Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keloş

profîla "keloş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tu kî yî] de;

1. Straneke devrim demir

Hilberîn im ez zayîn im
Dîrokê di xwe de dihewînim
Ez ê zik bi zik azadiyê
Ji nû ve biwelidînim [3x]

Ez ê derkev im
Ez ê biger im
Ez ê bibêj im
Ez ê biken im

Kes nikare li ser min
Biryar bide ji bo min [2x]

Ji te'r çi ye, tu kî yî
Bav û bira yan mêr î
Dewlet î yan dozger î

Nas nakim, nas nakim
Yekî ji we nas nakim [2x]

Ez ê ji nû ve binivîsim
Çarenûsa hebûna xwe
Ez ê tu carî qebûl nekim
Biryarê'l ser jiyana xwe [2x]

Ez ê derkevim
Ez ê bigerim
Ez ê bibêjim
Ez ê bikenim

Kes nikare li ser min
Biryar bide ji bo min [2x]

Ji te'r çi ye, tu kî yî
Bav û bira yan mêr î
Dewlet î yan dozger î

Nas nakim, nas nakim
Yekî ji we nas nakim [2x]

Ji te'r çi ye, tu kî yî
Bav û bira yan mêr î
Dewlet î yan dozger î

Nas nakim, nas nakim
Yekî ji we nas nakim [3x]





21 roj berê 14:36 | keloş