Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [batman] de;

13. Batmanê di sala 1990î de bûye bajar. Serjimêra batmanê nêzî 650.000 kesî ye. Battmanê ji aliye cihên dîrokî li gor bajarên din ne dewlemend e. Berê bi heskîfê a ku ciheke dîrokî û xwezayî bû navdar bû lê piştî ku li wê derê bendav hat çêkirin heskîfa rengîn edembû.
Batmanê li gor bajarên din ji aliyê çiya, deşt û xwezaya xwe feqîr e.
Her çiqas batmanê ne bajarekî sipehî be jî mirovên tê de gellekî dirust, qenc, serhildêr û berxwedêr in. Li diji zîhniyeta mêranî, faşîst û antîdemokratîk bi sekna xwe pir meşhûr û qedirbilind e.
Gelê batmanê li nirxên xwe ên kurdewarî, li çand û zimanê xwe xwedî derdikeve û dest ji wan bernade. Gel bi piranî di nav xwe de kurdî bikar ttîne ji ber wê yekê mirov hîs dike li kurdistanê ye.
Ma em ji çi re evîndarê batmanê ne!



29 roj berê 01:42 | çaya germ