Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hozan dîno] de;

10. Hozan dîno ligel deng û awaza xwe bi gotinên stranê xwe jî bala mirov gellekî dikişîne. Çawa ku gotinên pêşîyan, gotinên navdaran, biwêj hebin mirov dikare bibêje gotinên dîno jî hene. Erê min hinekî wî firand lê heq dike.

Ezraîl hat ser sînga min, awir awêt çû
Got hêviya dora xwe be, ez tirsandim çû
Mal û milkê vê dinyayê, ji bîra min çû
Ew katibê xêr û guneh, hesab kom kir çû

Oy yarê, oy hevalê
Ciwanîya emrê'm kanî
Hevîyên dilê'm kanî
Xeyîdîn çûn wa nayên
Azadîya vê jîne
Ji min hate dizînê
Zaroktîya min kanî

Gula dilê min bişkivî, Bi baranên evînê
Hêviya hatina te me, dereng nayê zû were

Tu guleke kûvî yî, dûrê deşta yî
Kedî nabe nayê, li ser çiya yî

Gula dilê min qetandin, bê av hiştin çilmisandin
Bo evîna min şîn nebe, çeme dilê min çikandin

Dîrok deyndarê me ye, êdî dor dora me ye
Azadî para me ye, bawer bike can

Lêbelê nikare navên stranên xwe bi balkêşî hilbijêre.
çû, neçe dûr, yar nayê, dereng neyê, zû were, were, were gulê, de were(temam qurban nizanim tu qala kê dike lê ê were, tu bes lêkerên çuyîn û hatinê bi kar bîne)



23.01.2024 15:18 | çaya germ