Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [levîrat] de;

1. Ew tişt di nav cihûyan de jî heye. Tiştekî dildixelîne ye. Mirov bixwaze baş bifikire ê bibêje bo jin tenê bi serê xwe nemîne ji ber ku berê zehmetî dikşandin. Lê ji aliyê din tiştek wisa jî em dikarin bifikirin malbatê, jinan wek mîrateya zilêm didîtin û nedixwestin ew mîrate ji destên wan derê. Çawa ku mal û mulkê ji kurê wan maye ya wan e jin jî ya wan e.

Min heya niha careke tenê dîtiye. Di wê bûyerê de mêrik nedixwest digot ez ê çawa bi jinbira xwe re bizewicim bi heman awayî jinikê digot ez ê çawa bi tîyê xwe re bizewicim. Lê malbatên wan serhişk bûn û bi zorê wan zewicandin. Ez bawer im di wê mijarê de bi gelamperî bûyer wisa qewimîne

zewaca bi jinbira xwe re



25 roj berê 11:47 ~2024.05.06 00:38 | çaya germ