Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pulmoner embolî] de;

1. Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye.

Trombûs Herî zêde di şîndamarê kûr a femoralî de çêdibe û tevlî pergala geranê dibe. Helbet ew trombûs dikarê li şîndamarên dinê jî çêbibe. Trombûs ji şîndamarê derdikeve û xwe li pişikê digire. (Jixwe piştî ku trombûs cî diguherîne dibe embolî) Ew embolî pişti ku cihê xwe rast û germ dike dest bi karê xweyî qirêj dike.

Ewilî ew embolî danûstandina oksîjenê(perfuzyonê) xirab dike û hîpoksî çêdike. Herwiha ji ber ku damarê pulmonerê xitimiye xwîna ku diçe dil kêm dibe û ew, ji hîpoksîyê re dibe pozîtîf feedback.

Pişik hewl dide ku xwe ji wê rewşa talûkeyî derxe û dest bi hîperventîlasyonê dike. Yanê ji bo ku hîpoksîyê ji holê rake bêhndan û bêhnstandinê zûtir dike. tişta dike çiqas baş xuya bike jî ew rewşê xirabtir dike û mirov hîpokapnîk dibe.

Di dawiyê de ew trombûs bi mekanîzmaya fîbrînolîtîkê tê parçekirin û ew kes şansekî din qezenç dike. Pergala wê/î ya geranê diedile. Hîpoksî û hîpokapnî winda dibe.

Riskên emboliya pulmonerê
- demeke dirêj bêçalak mayîn
- şewat
- emeliyata çok û kemaxê

Bo teşhîsa wê bilindbûna D-dîmerê, hebûna hîpoksî û hîpokarbîyê girîng e. Ger ew hebin bo esih kirinê li bt anjîyografîya toraksê tê mêze kirin.

Tedawî: antîkoagulan, trombolîtîk û embelektomî hene.

Lê divê mirov wê jî dizanibe ku ji %60-80yî embolî, wek kesekî ji kurdîtiya xwe dûr û jiyaneke bêwate jiyaye, li ser mirov tu bandorê nake. Nayê ferqkirin.

Ji %5 giran diçe. Ew embolî dewsa ku dawiyê de parçe bibin her ku diçe mezin dibin.

yên mayî jî bi dîspneyê xwe didine der.



22 roj berê 19:46 | çaya germ