Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dersa kurdî hilbijêre!] de;

8. seroka komîsyona ziman ya dem'ê ragihand ku ew bi hişyarî nêzî dersa bijarte ya zimanê kurdî dibin. Qebûlkirina dersa hilbijartî tê wateya paşve gav avêtin ji daxwaza perwerdeya mecbûrî ya kurdî ye. Her wiha perwerdeya kurdî di bin navê zimanên zindî de tê dayîn, ne bi navê kurdî. Ev rewş hîn bi temamî bi qanûnê nehatiye parastin. Ger hikûmat bixwaze dikare ji nişka ve astengîya derxe. Welhasil ji ber van sedeman enerjîya xwe bihêz nadine vê bangê.
Li gor min dersa hilbijartî ji tunebûnê baştir e. Erê, daxwaza perwerdeya mecbûrî di cih de ye lê divabî derfetên vêga hene ber avê re neyên avêtin. Çimkî diyar e ku em nikarin bi carekê de tu mafan bi dest bixin.



11.02.2024 16:40 ~16:41 | çaya germ