Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêka kurdan a herî mezin] de;

15. Ez doh bi hevaleke xwe re diaxivîm. Piştî ku me qala sîyaseta rojane kir hevala min ji nişka ve ji min pirs kir;
-Gelo tu yekîn dike ku li tirkiyê pirsgirêkên kurdan hene?
Helbet ew pirs ne pirseke nû ye hem kurd hem jî tirk wê pirsê dikin. li ba min bersiva wê pirsê zêdetir li dor nefermîbûna zimên, di mekteban de rê nedayîna çand û dîroka kurda ji xwe re cî dibîne. heke ê ku pirs kiriye kurd be piştî wan mînakan qana dibe an jî wisa xuya dike. Lê ew hevala ku ez qala wê dikim bi wê yekê kana nebû.
Got "ger zimanê zikmakî bûya baştir bû lê zimanê biyanî jî tera min dike. Ma kurdî bûya min ê çi bi ser bixista."
Ya bi rastî ez şaş mabûm, min nizanibû ez ê çi bersivê bidimê.



22 roj berê 17:18 | çaya germ