Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sendroma eisenmenger-î] de;

2. Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî vê rewşe xwîn li nav hev dikeve. vsd,asd,pda,avsd di van rewşên patolojîk de xwîn ji aliyê çepê derbasî aliyê rastê dibe. Di destpêkê de tiştekî mezin naqewime ji ber ku li aliyê çepê xwîna paqij heye û li aliyê rastê xwîna lewitî heye. Lê her ku ew xwîna paqij dikeve nav ya qirêj li aliyê rastê zexta xwînê bilind dibe. sordamarê pişîyê bo wê zexta ku bilind bûye berteref bike xwe stûr dike û bi wî awayî rezîstansa xwe bilind dike.

Ew qewînî li hember zexta bilind a rexê rastê kompansasyoneke baş be jî piştî demekê zexta aliyê rastê bi ser ya aliyê çepê dikeve. Êdî Piştî vê astê xwîna qirêj diherike aliyê çepê û dikeve nav xwîna paqij. Ew li nav hev ketin di xwîna paqij de asta oksîjenê kêm dike û rê ji hîpoksîyê re vedike. Jixwe semptomên nexweşiyê tev ji ber vê patolojiyê ne.

Çi ne ew semptom û şikayet:
1- sîyanoz
2- bêhntengî
3- betlandin
4- êş û şewta sîngê



18 roj berê 22:39 ~22:58 | çaya germ