Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [trt kurdî] de;

47. Dema di televîzyonê de li kanala digeriyam rastî trt kurdî hatim. Her cara Ku min wê qenalê didît min bilez diguhert. Wê carê dema ku min dît bernameyek bi navê - felaketa mezin û xizmetên li pey wê - tê nîşandan min meraq kir û bernameyê temaşe kir.
Ên ku bi wan re gotûbêj dihate kirin wesfê dewlet û hikûmatê didan. Dîsa wesfê alîkarî û çadir an jî konteyneran didan. Piştî min li wan gotina gohdarî kir ez li ber ketim ku gelê me tişta ku heqê wan e jî wek xelatekê dibîne. Yanê li dûv buyerekê wisa jixwe mecburî ye ku alîkarî li we were kirin. Divabe hûn qala sedeman û kêmasîyên berpirsiyaran bikin. Hûn ê bipirsin;
Çima ez hewceyî alîkarîyê mam.
Çima ez ne di xanîyên saxlem de bûm.
Çima ez di çadir û konteyneran de me.
Çima dewleta ku dibêje dikarim hemû xanîyan ji nû ve ava bikim li hêviya erdhejê ma.

Her çiqas xetaya gel hebe jî ev rewş ji ber trt kurdîyê ye jî. Çimkî trt kurdî li şûna ku kesên bîrewer derxe ser ekranan kesên wisa hov derdixe ser ekranan.

Welhasil wek trtyên din trt kurdî jî tenê ji hikûmatê re dixebite. Yanê armanca trt kurdî ne kurd e, ne kurdî ye û ne dîrok an jî çand e.



08.02.2024 18:36 | çaya germ