Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [têkiliyên ensest] de;

3. Têkîliya cinsî a ku di navbera kesen ku zewaca wan qedexe ye de pêk tê. Lê di wir de mijara herî girîng ew e ku divê her du rex jî bi rizaya xwe tevgeriyabin. Ger ne wilo be ew dibe destdirêjiya cinsî a ensestî. Yane ensest tenê nayê wateya destdirêjiya cinsî.

Li gor qanûna şarwerî a tirkîyeyê zewaca di navbera;
1) xwişk-bra, xwişk-xwişk, bra-bra
2) ap,xal,met,xaltî---birazî,birazê,xwarzê
3) dê-zarok, bav-zarok, kalik-nêvî, pîrik-nêvî
4) xismên mêr û jina wî, xismên jinê û mêrê wê
5) ewlad û dêûbavên wî rahiştine, dêûbavên ewlad û xismên ewlad de
qedexe ye.
Zewac qedexe be jî têkîlîya cinsî a di navbera wan kesan de ne qedexe ye. Helbet divê rizaya her du rexan hebe û her du rex bîrbir bin.

Di civakê de ensesta bav-keçê ji ensestên din zêdetir e û axlebê bêtir wek îstîsmarê diqewime. A di navbera dê-kur de kêmkêm e.

Li gor hin kes, dezgeh, desthilatî, civaknas, dêrûnnas û hiqûqnasan tenê ne zewac divê têkîlîya di navbera wan kesan jî qedexe be û were ceza kirin. Çimkî;

1) Ensest tabuya mezintirîn a civakê ye. Ger mirov wê tabuya bişkînin çi dikare xwe li pêşiya wan bigire?
2) ensest ji ber ku îhtîmala nexweşiyên irsî û malformasyona zêde dike wek pêvajoyeke xwezayî xwe bi xwe di civakê de qedexe kiriye.
3) jixwe di navbera kesên ewqas nêzîk de têkîliya zayendî tenê fikirîn bixwe mirov diêşîne, dilê mirov dixelîne û mirov jê dienitîne.
4) li gor teoriya werarê candar tim bi tim dixwazin genetîka herî baş bi dest bixin. Ji bo wê jî kirine ku genetîka wan li nav hev keve da ku taybetîyên qenc werin kom kirin.
5) demên berê de mirov ji bo ku malbata xwe li gelek deveran belav bike û di nav civatê de ji xwe re cihekî bigire têkîlî û zewacan ne bi xizmên xwe yên pileya yekem, duyem û sêyem re bi kesên dûrtir re kiriye.
6) hema bêje hemû dîn, bîrdozî, civat, gel, milet, exlaq, etîk, tore,desthilatî û mîta; wê mijarê qedexe kiriye.



14 roj berê 13:22 | çaya germ