Tirşik - Profîl
tirşik-profîla horhorik

profîla "horhorik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nisêbîn] de;

45. Newroza Nisêbînê îro hat pîroz kirin. Diho zêde zêde baran hatibû her der herî bûbû û me digot kes nayê. Lê dema ez çûm cihê Newrozê min Hazar mirovan dît* zilamê li ser Newrozê diaxivî jî digot partî ya me digot em roja Newrozê em paş bixin. Zêde kes nayê. Lê min û sê çar hevalên me gotin ê gelê Nisêbînê ê werin*

Gelek slogan hatin kirin:
-jin jiyan azadî
-bijî gelê Kurd û Kurdistan
-bijî berxwedana rojava û Kurdistanê
-bijî gelê Kurd û Kurdistan
-bijî Serok Apo
Û hwd.

Ala rengîn jî rakiribûn jor* bi gowendan me nikarîbû gavan bavêjin. Zarokên biçûk bi şal û şapik xwe kiribûn, jinên kurd xweşik bûbûn û mêrên kurd bûbûn bedew. Wellah min digot Nisêbîn xerab bû ye lê ne wusa ye*

Li sehne zilam dema digot bila Qamişlo dengê me bibihîze me bi keyfxweşî dengê xwe rakir û gazî gelê Qamişlo kir* ez bawerim dengê me kirine.

Here lînkê



19.03.2024 16:53 ~16:53 | horhorik

44. Ne wekî berê ye. Hemû xortên Nisêbînê çûn Awrupa ye û kuçik li wir man. Îhtimaleke mezin ez jî nava dû salan de ji wir herim.

Berê me şevê derdiket derve ku em xwarin bixwin. Nêzîkî saetekê nû me xwarin dixwar ji ber ku gelek mirov hebûn. Lê niha tu diçe ne rêz heye ne jî xwarineke xweş. Zilam erebokê digere û xwarin çêdike û kurê wî jî bi wî re bû. Min wan guhdar kir. Kurikê biçûk û bavê wî Tirkî diaxivin. Xwelîserno.

Nisêbîn çiqas diçe xerabtir dibe. Tirşikçî zêde dibin, mixabin. Meraq dikim ku ê pêşeroja Nisêbîn ê çawa be.



08.03.2024 07:45 | horhorik

42. Nisêbîn yek ji cihên herî xweş ên Kurdistanê ye.
Û hemû jî qaçaxçî ne.
Mirovên li vir bedew in.



03.03.2023 18:03 | horhorik