Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery] de;

3. Bi şewitandinê qetilkirina şêniyên dêrê, angaşt e bi temamî rastiyeke wê ya tekez tuneye. Di van meseleyan de şêlkirina rastiyan berbelav e. Rastiyek hebe jî bi awayê samanyolû TV'yê tête felşkirin.



25 roj berê 22:10 ~22:13 | bayê xerbî

1. Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piştî çûna Mesîhîyên deverê ji ber bêxwedîbûnê, ji ber xizînegeran para gelek kavil bûye. Li gor gotinan dema hê kavil nebûyî qasî 300 jûr tê da hebûne lê niha ji ber kavilbûnê bîst jûr mane an jî nemane. Wekî din jî xelkê deverê demeke dirêj ji bo karên xwe yên ajalvanîyê bikar anîn vê yekê jî ziyaneke mezin gihand dêrê.
Wateya navê dêrî bi Ermenkî dêra ruhê pîroz e, di dema xwe ya çalak da qasî sê sed mesîhî di tê de diman/dijiyan.
Tê bawer kirin ku di şikefteke nêzîkî dêrê da gora dayika pîroz, miryemê heye ji ber vê yekê, gelek malbatên bê zarok/nikarin bibin xwedî zarok tên li vê qebrê duayan dikin û dîkekî dikin qurban da ku zarokên wan çêbin.
Dêr, pênc kîlometran li Bakur-rojavayê gundê arazê yê payîzavaya bajarê Wanê cih digire. Rêka wê biçekê nexweş e çimkî wesayît nikarin biçin, qasî çar an jî pênc kîlometran mirov birêve diçe.



27 roj berê 15:09 ~15:35 | bayê xerbî