Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirk kurd ferq nake li axretê vêya napirsin] de;

3. Eger axiret hebe, kesayet ji kiryarên xwe berpirsyar e.(wekî din jî berpirsiyar e.) Gava mirov derbasî axiretê bû dê rastî û xeletya van kiryaran (emelan) pirs bikin, jixwe gorî baweriya Îslamê ( dibêjim îslam jiber ku yên vê gotinê dibêjin pirranî Misliman'an ên me yên tirrovirro ne, tabî ev gotin bi ti awayî û ti demî ji bo hemû Mislimananên me nîn e.) ji bo civaka xwe û mirovahiyê xizmetguzarî ferz e, yê ku ji civaka xwe re xizmetguzariyê neke jixwe qet ji mirovahiyê re neke çimkî tişta ku takekesîya kesayetî/ê pêk tîne civak bixwe ye, yanî ew çanda wî kesî takekesîya wî dihone bi rêya ziman, ramanên civakî, kevneşopî, hilberînên civakî û hwd. Bi rêya van tiştan ew kes dibe kesek ji mirovahîyê û berhemdar dibe, dibe heyînek kêrhatî an jî xirab ji mirovan re. Û ev kesên wiha dibêjin bawer nakim ku karek baş ji bo civaka xwe kiribin, hê zimanê civaka xwe na parêzin( lê xweda dibêje her zimanek ayetek min e) îja dê rabin pêşxistinekê ji civaka xwe re pêk bînin, hey mala minê!;)* Yanî, yên ku li ser vê fikrê ne hêj dînê xwe baş nizanin, wekî ku têt zanîn netewperestên herî tund di civakê de ji kesên dîndar derdikevin, derdiketin... Di dîrokî de ev hatiye ispat kirin ji hêla gelek gelek mînakan ve. Lê nizanim çima ev tirrovirroyên me ji ber olperestîya xwe netewa xwe ya reben diavêjin paşxanê?! Min hêj jî fam nekiriye.



29.12.2022 03:18 | bayê xerbî