Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dibistana malê] de;

4. Kanala mamosteyên fûl bi devokî xeber didin û hertim dibêjin "ino", "jixwe", "wilo". Ji xeynî van jî hêj di asta ser çokan meşiyanê de ye hêvî dikim dê xwe her çaksaz bike û bibe warekî perwerdeyê, yê baş. Bi taybetî ji bo kurmancî axiveran pir başe, di niha da bûye arşîvek pir mezin, cara yekem e ku bi girseyî perwerdeya kurmancî li cihekê di nav bernameya perwerdeyê de ye. Her çiqas em neçin li wir jî ew jî ne li vir bin dê piştî demekê bendorek erênî li ser Kurdên li vir bike bi rêya înternetê. Dê di kurmancîyê de berhem bên hilberandin û bi hezaran nivîskar dê derkevin holê bi saya van dibistanên li Bakur û rojhilatê Sûriyê. Û hêvîya min ya herî mezin ew e ku kurmancî di warê dijîtalê di hemû platform û sepanan de cihê xwe bigre, paşeroj(dahatû) di dijîtalê de ye.



25.10.2022 02:26 ~02:31 | bayê xerbî