Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nasyonel sosyalîzm] de;

3. Nasyonalîzma sosyalîst ji ber Natzîyên(nasyonal sosyalîstên) Almanya ya şerê cîhanê yê duyemîn kiraseke qirêj li xwe kiriye. Lê ya rastî mînakên wê yên baş tunun, besa'ên ereban jî xirab bûn. Ya baş ew e ku ev her du têgeh neyên cem hev çimkî dema hatin cem hev xwediyên wê mefkûreyê har dibin. Bi serê xwe nasyonalîzm baş e lê nûnerên(qaşo) Kurdan yên vê îdeolojiyê mînakên baş nîn in çimkî ji perestina vê îdeolojiyê zêdetir wekî tolazên partiya zaferê tev digerin û mirovan ji Kurdperwerîyê dûr dixin. Ji xeynî van gotinan, her çi qasî xwe wek nasyonalîst binav nekin jî, piranîya kurdên siyasetê ji bo doza Kurdan dikin di bin sîvana vê fikrê da ne. Çi çepgir, çi jî rastgir. Bi tenê ji bo ewlehiya can û azadiya xwe, xwe bi hin îdeolojiyên din kamofile dikin.:d



26 roj berê 02:58 | bayê xerbî