Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên ku tirşikvanan nivîsandine] de;

84. Xwîna-Pak
Ji te re dibêjim,
Tu yî tu!
Erê hem jî gelek baş dizanim
Bê guman tu yî ewê qehreman
Tu yî ewê dilêr û fidakar
Tu yî ewê li ber pola û barûdê serî rakirî
Tu yî ewê rûmeta mirovên xwe parastî
Ji dil û can dibêjim xwîna te pak e û Nûr e.



4 roj berê 19:09 | bayê xerbî

83. Li pey Xeyalekê

Her caran bo te hewil didim
Helbestên pesindarîyê ji ber dikim
Rêzikên delal û dilxweşiyê dixwînim,
gul û beybûnên bêhnxweş berhev dikim
Ji bo ku ji te pesn û qedrekê werbigrim.

Li bin barana di navbeyna me da berxwe didim
Bo xatirê nûrcemala te ya awirperî dimeşim
Li ser rêka xwe, asoyên welatê xwe ji ber dikim
Dema gehiştim ber hizûra te ji bo ku vebêjim
Lê delaliya te wan tevan vedimirîne, dizanim

Ne ferişte yî ne perî, pê agah im
Ji van evratir î bêguman im
Bi xeyalên xwe nikarim te bişayesînim
Van rastiyan rasterast vedibêjim
Her ku dem derbas dibe bengîtir im

Bo xatirê yara xwe li çar aliyan digerim
Ji vê ger û geşta xwe, hezar gulan dibînim,
Daku ji wan yekê jê bigirî û min bîr bînî, tînim
Lê divê bizanî hezra gul hîç in, têdigihim
Çimkî hezar gul nabin qasî Şahgulê, bêşik im

Eger Şahgulê neda awirkenek, xwelîser im
Gelek girîng e rûkenê Nazdarê, xwedî hizûr im
Qehr e bo min,rûtirşa Awirkena min, bi keser im
Divêt her keyfxweş be,ne rojekê herro dixwazim
Eger tim bicoş û şa be rûheyva min xweşbextim

Rûyê wekî heyva çardeh rojî dibînim, mest im
Ne mey, ne jî meyger heye lê serxweş im
Sedem bejna zirav û singê gewr e, bêguman im
Melayîkê meftê jî bibe mêvanê min her ev im
Ew jî hurmetdar e, wekî pakevîna xwe dizanim.

Doktor û efsûnbazan li min taqî kir lê her ev im
Yekane çarenûs hebûna yarê ye,jixwe jêagah im
Lavaya min ji Rebê Alemê,ew e teke derman im
Eger deriyê dil vekir temam im, sahib cîhan im
Eger yar nebe nesîb, xwedî cîhan jî bim, hîç im.



7 roj berê 19:12 ~19:11 | bayê xerbî

82. Hewildan
Mêjda jê re digotin gelek şîretên baş
Ne bi tenê yên baş, li gel vê yên şaş
Ma ne ya ecêb ew e; yek ji wan neket ber
Hemû deman ya dilê xwe dibir ser
Ewa di ser de bê cih û dem,
Ne xew, ne sihet,nebû xem
Di sibeya wî da nebûn, em
Bê xêz defter, bi tûj qelem
Li gor şehweta xwe xêz dikir xeyal
Li xakên baştirîn diçikand al
Dê bibûya xwediyê hemû milk û mal
Ji wî qehremantir nebû Rustemê Zal
Baş e, bi rastî jî ev bû ya heyî?
Niviştar heye tê de nîn e neyî
Dema bînî bîra xwe yên bûyî
Ihtimal bû her tişt, xwezayî
Heyv bibû du par, du qet
Derew bibûn heqet
Wêran bibûn evrageh, lê bibûn heqaret
Dinyaya gilover divêya bes taqet
Behr qelişandine, ma çi ye!
Bixebite, raneweste ya te ye
Dibêjin bostanek heye
Tê de xem tuneye
Herka dem rawestandine
Her daxwaz bêşik pêkane
Ji hingiv û şîr çem hene
Delaltirîn yar û bê'arane
Eger rast in tevahiya van
Nebe dilê xwe, hebbeke kovan
Dikarî bibî qeraseyê sahiban
Bes ji bîr neke nabî şair bi beşavedan.:dd



12 roj berê 07:48 ~08:09 | bayê xerbî

81. nizane kê ye xurt

Min gotin hene wekî mûşek
Feqet tênegihîşt tiştek
Goya dike têkoşînek
Lê nedîtiye sar-mistek
Xem neke her heye felek
Dê werin elem, gelek
Te kiriye temenek
Bê xeber î ji hestek.

Nemirim, têkoşîyam
Mafê min e fam
Hem jî ne kêm, temam.
Dilê min nîn e cam
Nikarin bişikînin yên xam

Peyvan direqisînim di talî
Ji huner nabe gilî
Azad e, wekî dilî
Ji vê re dibêjin melankolî
Xwe ji dil diavêje wekî kulî

Nikarî bi min biwestî, ez im
Dikujim dije-gotinan, Zulfiqar im
Îsa me, gotinên mirî vedijînim
Tîr im, ji kevana xwe derketim
Ji bo hevrikên xwe bobelat im



14 roj berê 23:37 ~23:44 | bayê xerbî

79. Em Dê Şorbeyekê Vexwin

Ez dibêjim nêr e,
Tu dibêjî bidoşe
Ji hêza me der e
Here her lê bigere
Min got li bin esman e
Û li ser erdan e.

Lê naşibe çêkirina şamborekan
Di rojbûnan
Kambaxtir e ji her kambaxan
Eger te bawer nekir ji van
Dê nîşa te bide herka rojan.

Ji xeynî van, kanê pêwendî?
Min tiştek wisa di gotinên te de nedî,
Hema te dane ber hev hêdî hêdî
Ma qey wisa dibe gidî!?

Hin gotinên te rast in
Gul li ser koka xwe şîn dibin
Her wiha dîsa li ser wê kokê diçilmisin
Eger destê zaliman lê negihin .
Lê çilmisîn û ji kokê qetandin çi ferq in
Di taliyê de, ma ne heman tişt in.?

Wekî ku, ha li ser lûtkeyekê rawestîn
Ha ber lûtkeyê ve hilkişîn,
Hez ke bawer neke
Hez ke bike

Çi li bêjingê bikim ?
Dawî yek e dizanim
Ha biwec ha bêwec bim
Dê li cem yên din bim.



15 roj berê 14:19 | bayê xerbî

77. Me divêt wateyek

Hizirî û fikirî
Seranser lê nêrî
Ne dît ti derî
Mejî lê çirçirî

Divê bibûya xwedî text
Derketin pêşberî wî gelek zext
Jixwe rebenan nîn e bext
Hema her bêje, nabe ti wext

Jixwe reben dixwin firavînê nîsk
Eger hebûya dê bixwarina goştê gîsk
Ne bi kevçiyan, dîsk bi dîsk
Lê nîn e ji ber wê herro îske-îsk

Loma dibêjim bêhûde
Her biçî kû de.
Ketin ber vî bayî gelekên gud-gude
Nemrûd û Ferewûn jî ketin tê de

Min derd nîn e tiştên fanî
Min mexsed e, her te çi anî
Nikarî derkevî ji bin vî banî
Dê te bibîne nişkanî

Êş ew e, tuneye baqî
Her kîjan luqmanî bidî kirin, taqî,
Eger hebûya heqî
Di dilê min de nedima, ev reqî.

Du û du dibin Kurdistan
Wisa gotiye mezinan,
Ketî nava xeletiyan
Dîsa binêr li agahîyan.



16 roj berê 15:46 ~23:46 | bayê xerbî

75. Yek hat,
Bi şîret û nesîhet
Nêrî li kolan
Hizrên di serî da kir olan
Dest avêt bang
Her yek wekî top û tang
Kolan lerizî
Ketin her misqalê derzî bi derzî
Lê ew rastî dîsa hebû
Xwe li ber wan ragirt tune nebû
Şîret û nesîhet, bûn bêbandor
Kolan wekî xwe bû, dor bi dor
Bêhn û nefes nebû çarenûs
Ev kar nabin bi pênûs
Sûret Divêt dehan şil-şelaq
Sed quran û telaq.
Wekî temenê perperokê
Bêhûde ye her rokê



17 roj berê 18:29 ~18:37 | bayê xerbî

72. Ma! Bi aşopên geş,xweş
Û aram
Li nav kolanên sar û bêkes
Bêhûde bû ev man
Lê tim ew e
Her çi be jî!
Salên dijwar û bilez
Li gel zehmeykêşiya li tenişta xwe
Neşêyabûne wê.
Ew,
Wek esmaneke ji pola
ji barana ramanên xwekujiyê
Bi hewil û israrên dayikek dilovan
Parast.
Dîsa jî, li gel van hemiyan jî
Rastiyeke tekez hebû û heye
Dê her hebe
Man, bareke bêînsaf e.
Ma dê ev bêhnijîn,
Girîyan û kenîn
Bo mana bêhûde bibin çarenûs?
Yek ji sabîtên vê gerdûnê jî ew e;
Na.!
Di dawiya hizrê da
Wekî her carê
Ev rastî ji bîr kir
Û kolan li pey xwe hişt
Bêy encameke sergirtî.



19 roj berê 01:17 ~01:18 | bayê xerbî

71. Xewna Dîlketî

Hatin û çûn gelek
Rêz bi rêz, yek bi yek
Hiştin li pey xwe asoyên delal û belek
Lê her dizanim yên hatî û çûyî nabin yek

Wekî ku parek ji min biribin
Wekî ku bîra min dîl kiribin
Jê agadar im parek giyanê min jî li gel xwe birin
Êdî heyf û poşmanî hîçek mezin in.

Çawa ku, mirî êdî ranabe
Term ji axê venagere
Stûyê şikestî ji werîsî azad nebe
Giyan û fikr dîlên heta hetayê ye.

Wekî yên hatî û çûyî
Dê werin yên nû hilhatî
belkû wan pêça ev birîna sorxwînî
Lê rastiyeke dilsoj heye yên nûhatî nabin yên çûyî

Her çend xewnan jê re bikim qurban!
Her çend bêdeng bikim lorîn û axînan!
Digotin ji bo çûnên bêveger neke hêvîyan
Lê giyan her ji xwe bawer bû,wekî tolazan

Divê mirov herî zêde ji nîvcomanê bitirse
Ji ber ku ew nîvcoman dê her wisa be
Nizanim ev gotin çend rast e
Dibe ku ji bo yên nîvcomayî rastiyek mecbûrî ye.

Heta birîndarbûna xwe min nezanî brîndar kê ne
Ji bo min lêkenîn û tiranekirn bû, rewşa birîndaran
Lê nebêje!Ev tişt wekî xwe xapandina li pey mirîyan e
Tiştek wisaye ku yên nîvco jî ji hev fam nekirine

Nizanim, belkû jî ev birîn û nîvcoman
Nebe para gotinên dengbêj û çîrokbêjan
Ji xeynî van rastiyek min heye wekî hilhatina rojan
Dê ev birîn her li gel min be, heta terka cendekê min dike giyan.



20 roj berê 00:01 | bayê xerbî

66. Dudil.

Ey yara yaran!
Derdek î bêderman!
Kenek î bêxeman!
Te! da min roniya dilan.

Belkû jî nepêkan e,
hevgihştina destan.
Lê bendewarê hêviyan
Nekeve tora hêvîkujan .

Bi serê xwe ye,
Bêyî te li van waran.
Dipirsim ji van hizran;
Ew e ya hêjayî wêranan?

Lê dilê reben e
Guh nade van rastiyan
Ya xwe dike, her caran
Xwe diavêje pêsîra xeyalan.

Bi rastî jî ew e,
Ya ku dil kirî bengîyê bengîyan?
Ew ya wekî şitla gulan?
Ya hêjayî pakhestan?

Ey dilo!
Nebe hevalê evdalan
Were em herin xaka pîrozan
Bibin hevrêyê azadîhezan.

Bajon kimêt û bozan,
Ser dilê xirab û neyaran,
Bigerînin simên wan
Li ser kelexê xirabîhezan.

leylan e;
Nabe hevrêya bengîyan,
Nabe keybanûya hestkûran,
De were nebe ji van.

Evîn karwanê pîrozan e,
Hez û arezû li xaka dayikan
Dibin piştevan bo hezkirîyan
De were em bajon bo wan deran.



-Yekem helbesta min eve ye, dê xwe pêş ve bibim înşallah.:ddd



12.12.2023 17:37 ~17:40 | bayê xerbî