Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pirtûkhez

profîla "pirtûkhez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fewzî ozmen] de;

1. nivîskar û serokê enstîtuya kurdî ya almanyayê fewzî ozmen di sala 1943an de li bin çîyayê şeqşeqê li gundê şoraxê ji pêşa dayîka xwe diwelide. şorax gundekî girêdayî navçeya oxlî (çat) ya bi ser bajarê erzeromê ye .
pirtûkên wî: siyên şikestî(weşanên pêrî), perspektîf-Dersên Rêzimana kurdî (kurmancî) (weşanên enstîtûya kurdî almanya), Ferheng Kurdi- Tirki / Türkçe - Kürtçe)
do êvarê ez û birazîyê mamoste li dawetekê bûn û me behsa mamoste kir . Birazîyê wî got nexweşe , vê sibê jî ez bi mirina wî hesîyam . gelekî xemgînim. min dixwest ez rû bi rû mamoste nasbikim lê çênebû . ew stêrak çiyayên şeqşeqê bû yekem nivîskarê kurd yê navçeya me bû. ez jî ji gundekî bin çîyayê şeqşeqê me û em cîranê hevin . mixabin stêrka me xuricî .kedkarekî kurd û kurdistanî bû. Xwedê bi rehma xwe şad bike , serê malbatê û neteweya me sax bibe. oxir be ...
Min mamoste fewzî bi saya bernameya sîwan ya kawa nemir naskir .




17.09.2023 14:04 | pirtûkhez