Tirşik - Profîl
tirşik-profîla evcebarê pirê

profîla "evcebarê pirê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aleksandr puşkin] de;

6. di sala 1799an de li Moskovayê hatiye dinyayê û di 1837an de li Sankt-Petersbûrgê, ji ber birîna dueloyê dimire. Ji aliyê bavê xwe ve digihîje malbatên arîstokrat yên ûris, ji aliyê diya xwe ve jî digihîje Îbrahîl Hannibal, koleyekî reş ku Siltanê osmanî wek diyarî dide çarê Rûsyayê; Peterê Mezin, ku wî ji xwe re dike şêwirmend û di dû re jî ewlad. Pûşkîn ku di zarotiya xwe de çi bigire qet ûrisî nizane (di wan deman de, zimanê xwendin û arîstokrasiyê fransî ye), bi saya dadika xwe hînî çîrok û metelokên gelêriyên ûrisî dibe. Bi şiîr û çîrokên xwe hemû hemdemên xwe ‘ecêbmayî dihêle û hê di xortaniya wî de, gelek berhemên wî werdigerînin zimanên ewropî. Ji bilî çî- rokên civakî û şiîrên efsaneyî, şano, opera û çîrokên gelêrî yên slavî ji bo zarokan dinivîse.



06.07.2022 23:06 ~23:06 | evcebarê pirê