Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ciwanzêr

profîla "ciwanzêr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku dema ders xebitînê de tên bîra mirov] de;

13. hindik caran be jî, hesabên ku ji bo ders xebitînê tevizandime.:/

ekşi sozluk.
lê nivîskar bûm. piştî çend salên çomeziyê heqê nivîsandinê aktîf dabûn min re. tiştên ku min dinivîsand digihîşt herî kêm bi sed kesan. deh hezaran jî zor nebû. mirovên min ên tê da, nivîsên min ên tije, nifirên faşîstan ku piştî peyamên siyasî dihatin min, dijûnên li mijara min dihatin nivîsandin... her yeko tehmên nedîtî dida min. min beriya her yeko kir.

facebook.
bi dehan koman de hebûm. her kes dibêje facebook ji kalik-pîrikan re maye. hinek wekî wisa be jî, kesên ku ji bo komên taybet dihatin facebookê atmosferekî gelek xweş ava kiribûn. komên mezin hebûn ku goygoyên rind çêdibû. komên siyasî kêfa min radikir çiyayê agirî. komên din ên cûre bi cûre, mîna hezkarên filma x an jî şopînerên fikîra y, super bûn.

twitter.
li ser vê zêde naxwazim xeber bidim. min bi tenêka rewşa kurdistanê û kurd an tirkên ku heneka xwe bi îdeolojiya fermî ya tc-yê dikirin, dişopand. bêhtir tiştek nedikirim.

axirê, gava ku mirov bi van parveyan dike dixwaze kontrol bike. dixwaze ji bertekan bibîne. ew daxwaz parveyên din tîne, dîsa û dîsa... herwiha her kes dizane ku mirov çawa dixwaze li menûyan bigere û bigere û bigere. ew kûjera wext û focûsa min bûn.

min wan kêmasiyan rakir.



24.09.2023 00:32 ~00:35 | ciwanzêr