Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzeçiyayên mûnzûrê] de;

1. Rêzeçiyayên navbera parêzgehên Dêrsim û erzinganê ne. Li ber parêzgeha Bîngolê xilas dibe. Dirêjahîya van çiyayan 130 km. ye. 5.000.000 sal berî niha çê bûye. Cihê herî dirêj 3463 metre ye. Berdewama Torosan in. Her çiyayên li vir wek dîmenekî bihiştê xuya dike. Tîm keskahî û hêşînahî ne. 6-7 mehên salê berf ser serê wan kêm nabe.
Başûrê Mûnzûran navçeyên dêrsimê Çemîşgezeg, pulur û pilemor; Bakûr de jî navçeyên Egîn, kemax û navenda erzinganê bixwe heye. Ev navçeyena nêzîkê hev in lê tu rêbej tunne ku çiya derbas bin û herin aliyê din. Tenê li Herdû seriyê çiyayan de rêbej heye, rêyek li navçeya pilemorê re diçe navenda erzinganê. Ya din jî li navçeya Egînê tê Elezîzê û paşê derbasê Dêrsimê dibe. Ew jî mînak rêya 30-40 km. derdixe 200-250 km. yî.
Li quntarê aliyê başûr de li navçeya Pilûrê çemê Mûnzûrê dizê û diherike.



09.01.2024 02:21 ~02:44 | pêşewa