Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zanîngeha mêrsînê] de;

1. Kul û derdê navîgiranmezelîwêran bû. Zanîngeha ku heta 5-6 sal berî niha tev bi şer û çalakiyên xwendevanên kurd dihat rojevê. Gelek caran ülküciyan bi piştgiriya polîsan dihatin ser çalakiya xwendevanan û şer derdiket lê ev 5-6 sale ev tişta vemirî. Çend mînak:



















Zanîngeha li bajarê Mersînê navçeya Yenişehirê ye. Nîveka gelheya navenda bajarê Mersînê û %25-30 gelheya Yenişehirê kurd e. Ji ber vê jî bandora kurda wek her derî bajar li zanîngehê jî piçekî heye. Zanîngeh bi 3 kampusan pêk tê (xeynî dibistanên bilind ên li navçeyan). Kampusa navendî Çiftlikköy e, rektorî û gelek fakulte li vir in. 2 km dûrî behrê ye. Ev 2 km. bi navê "Üniversite Caddesi" rêyekî pêk tê û hema hema dawiya rê, ber bi behrê kampusa "Yenîşehir kampüsü" heye. Çend fakulte li vir hene, Navbera herdu kampusa de otobusê zanîngehê diçin û tên. Kampusa din jî "tece kampüsü" ye lê ew dûr e. Cedeya "Üniversite caddesi" tev cihên ku ji bo karên xwendevanan hene. Cihê mayînê ev çend sale li Mersînê pir zehmet e.
Aliyê akademîk de berê zehf baş bû lê piştî sala 2016 ji ber ku akademîsyenên dijî şerê hendekan derketî avêtin, valahiyek çê bû û dewsa wan akademîsyena merivê bi torpîl hatin dewsê êdî wek berê nîne. Wê demê 20 akademîsyen li zanîngeha Mersînê avêtin. Lê ev xirabûna ne tenê taybetmendiyekî vir e, li her zanîngehên Tirkiyeyê taybetî jî li zanîngehên gelek serkeftî da ji ber avêtina akademîsyenên aşitiye aliyê akademîk de xirabûn û paşveçûnekî mezin pêk hat.
Gorî min Zanîngeha Mersînê li ser navîniya zanîngehên li Tirkîyê ye û xweş e. Taybetî jî bo xwendevanên kurd cihekî baş e.



11.10.2023 00:45 ~00:57 | pêşewa