Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [franso harîrî] de;

1. Siyasetmedar û rêvebirekî li herêma kurdistanê bûye. Sala 1937 da harîrê (bajarokekî girêdayî navçeya şeqlaweya hewlêrê) li malbatekî sûryanî de hatiye dinê. Tev xebatên kdp bûye û peywîrên girîng de bûye berpirsyar. Piştî şoreşê; walîtiya hewlêrê, li parlamentoyê serokê delegasyona koma kdp, hikûmeta 3. da wezirtî kiriye. Ji bo pêşçûyîna bajarê hewlêrê gelek xebat pêk aniye û piştgiriya projeyên tendûristî, werzîşî û perwerdehî kiriye. 18.02.2001 da dema li mala xwe derdikeve û diçe karê xwe da, endamên rêxêstina ensar el-îslam (wek talîbana kurda tên nasîn) êrîşî wî dikin û bi vî sûîqestî dimire. 2 roj piştî mirina wî bi tevlêbûna 500.000 kesî, li harîrê tê weşartin. Navê wî didin stadyûma fûtbol a erbîlê (li herêma kurdistanê stadyûma herî mezin e û franso harîrî ji bo modernkirina vir gelek xebat pêk aniye). 4 sal piştî sûîqestê, kurê wî fewzî harîrî bû wezîrê pîşesaziya herêma kurdistanê û gelek salan li siyaseta herêma kurdistanê da cih girtiye, ji wî re jî hez kirin ku sûîqest bikin lê pêk nehat.



25.10.2022 11:57 | pêşewa