Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wladimir van wilgenburg] de;

1. Rojnamevanekî holandî ye. Nêzî 10-15 sale li hewlêrê dijî. Dema dibistana navînî bûye lêkolînên ser ermenî û kurda pêk aniye û wê demê vir de çand, erdnîgarî, dîrok, hwd. kurda zehf bala wî kişandiye. Zaningeha ultrecht (zaningeha ku 1636 da avabûyî ye) diqedîne piştre li zaningeha exter li ser beşa kurda master dike. Sala 2009 da tê hewlêrê û li rûdawê staja xwe dike û li wir de li hewlêrê dijî. Ser înternetê û ji bo gelek rojnameyên navneteweyî derheq kurda nivîsan dinivîse. Sala 2019 da ew û harriet allsop pirtûka kurdên bakurê sûriyê dinivîsin. Rojên ji bo kurda girîng, ew jî pîroz dike (mînak: newroz, roja cil û bergên kurdî, salvegera şoreşa îlonê, salvegera raperînê hwd.) Him zaravayê kurmancî dizane, him jî zaravayê soranî dizane.
Hesabê wî yê twîtterê: Here lînkê



12.09.2022 19:32 ~19:43 | pêşewa