Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dibistana meşrûtiyet a kurd] de;

1. Yekemîn dibistana kurdî ye ku aliyê dewletê hatî qebûl kirinê. Bi destê komela belavkirina perwerdehiya kurd (kürd neşri maarif cemiyeti) sala 1910 li stenbolê hatiye avakirin. Navê wî yê fermî, "kürt meşrutiyet mektebi" ye. Avabûna dibistanê da gelek kedên rewşenbîr û mezinên kurd hebûye. malbatên wek bedirxan, baban û endamên komela alîkarî û pêşçûyîna kurd (kürt teavün ve terakki cemiyeti) alîkariyên aborî dane dibistanê. Zilamek li erzirganê radibe tê stenbolê ji ber ku hezkiriye ku şûbeyekî dibistanê li navçeya tercanê weke lê paşê ev tişt pêk nehatî ye. Serîda 30 xwendevanê dibistanê hebûye lê paşê ev hejmar zêde bûye. Rêveberê dibistanê edilrehman bedirxan bûye. Nayê zanin ku dibistan kengê hatiye girtin lê sureyya bedirxan, derheq vekirin û girtina dibistanê li rojnameya (bnr: kurdistan (rojname)) da wê demê nivîsek nivîsiye.



23.07.2022 02:41 ~03:01 | pêşewa