Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [margaret george shello] de;

1. Yekemîn pêşmergeya jin e û herwiha yekemîn fermandara pêşmerge ya jin e. Li navçeyekî duhokê, malbatekî asûrî hatiye dinê. Karmendekî tendûristiyê bûye û 20 saliya xwe tev pêşmerge bûye, pêşiyê ji pêşmergeyên birîndar nihêriye paşê bûye şervan û piştre bûye fermandarê koma ku tevahî bi pêşmergeyên mêr pêk tên. Koma ku fermandariyê dike gelek serkeftî bûye him hemberî milîsên artêşa iraqê him jî hemberî mezinên cehşan têkoşînekî serkeftî pêk aniye. Nav û dengê margaretê diçe gelek welatan û ewropayê wek jeanne d'arcê kurdistanê tê nasîn. Sala 1969 da 27 salî dimire, mezelê wê niha duhokê ye. Sedema mirina wî raste rast nayê zanin, tenê çend îdda heye. Navê wî gelek stranan da derbas dibe, taybetî jî min li stranên hanî mûctehîdî da zehf bihîst.



21.07.2022 21:05 ~21:09 | pêşewa