Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dayîka niştiman] de;

1. Yekemîn operaya kurdî ye ku hatî ser sehnê. Sala 1946 da bajarê mahabadê cara yekem hatiye ser sehnê û pişt re heman salê gelek caran hatiye ser sehnê. Mijara operayê, sê zordar dayîka sê zarokan direvînin û jê re îşkence dikin. Ew hersê zarok dibin yek û bi alîkariya zilamekî dayîka xwe destê wan hersê zordaran xilas dikin. Ev berhema operayê, lîstikekî alegorîk e û her tişt sembolekî tiştekî ye. Gorî lîstikê; dayîk kurdistan e, hersê zordar jî tirkiye, îran û iraq e, zarokên dayîkê jî kurdên van perçeyane, ew zilamê ku aliyê zarokan kirî jî yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst e û dawiya lîstikê desmalekî sor li ser kofiya dayîkê derdikeve û li ser dinivîse "bijî stalîn" (bi îddaya kurdên antî-komunîst ev beşa dawî tenê dema lîstik ber bi pêşiya dîplomatên sovyetan lîstî da hebûye wekî din tunne bûye, ez nikarim şîrove bikim ji ber ku bandora sovyetan pir li ser mehabadê bû lê dibe jî beşa dawiyê tenê ber dîplomatan da hebe an jî jixwe her demî jî hebe). Piştî şanoya "memê alan" ku sala 1918 da hatî nivîsîn ev berhema operayê duyemîn sanoya kurdî jî tê qebûl kirin heta hinek şanoya memê alan şano qebûl nakin û dibêjin operaya dayîka niştîman yekemîn şano ye.



14.07.2022 14:16 ~14:31 | pêşewa