Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêya 75an] de;

6. Rêya ku navê fermî mahabad bulvarı ye lê her kes jê re dibêje 75 (bi tirkî). Waliyên amedê dibêjin "mahabad bulvarı" lê gel dibêje "yetmişbeş", beriya niha dewletê, navekî tirkî dikir fermî û çiqas sal derbas bûya jî gel, kurdiya wê bikar dianî lê niha rewş paş zivirî ye. Li amedê çend cihên wiha hene. Yek ji wan jî cadeya mezopotamya ye. Ev cade, aliyê stadyûma nû 1-2 km. jor a bûlwara mahabadê ye. Bi fermî navê vir mezopotamya caddesi ye û walî û walitiya amedê wisa bikar dînin lê gel dibêje vir "ellilik".
Hûn çawalêhato yekî amedî bipirsin "rêya mahabadê" an jî "cadeya mezopotamya" li ku ye, ger zanebûna wî/ê ya xerîteyê tunne be nikare bersiv bide, lê dema hûn bêjin "75" an jî "50'lik" dikare ji we re terîf bike. Min vê rewşî heta niha bi çend amediyan serborî kir. Gorî min ev tişt ji ber hînbûniyê ye. ji ber ku navên berê tirkî bûn paşê dema hêdî hêdî avahî li wir hate çêkirin Navê wan guherandin. Lê ji ber ku zimanê serdest tirkî ye û her tiştê adresan bi tirkî tên bikaranîn ev hînbûnî derbas nabe.
Rêyekî pir pêşveketî ye. Ameda nû derdora vî rêyî bilind bûye û hê jî bilind dibe.



22.12.2022 15:52 ~2022.12.23 00:28 | pêşewa