Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [behzat ç.] de;

4. Rêzefîlma ku bi navê "çekiç ve gül: bir behzat ç. hikayesi" demekî kurt de li blutv were nîşan kirin. Lê rêzefîlma esil "behzat ç.: Bir ankara polisiyesi" ye ku sala 2010 da hate ser ekranên tv. Rêzefîlm wê demê gelek caran bi astenga re ma rû bi rû. Dewlet, ji muxelîfa re gorî niha wê demê her çiqas xwe hinekî nerm bigre jî destê xwe her demî ser behzat ç. Digirt. Ji ber ku ev rêzefîlm û du fîlmên çêkirî (Behzat ç.: Seni kalbime gömdüm û behzat ç.: Ankara yanıyor) tiştên negotî digotin û rûyê dewletê yê esil derdixist holê. Polîsên asayîşa enqerê her beşê dikin ku cinayet an jî rêzecinayetan derxin holê. Behzat jî amîrê wan polîsa ye. Ronahîkirina cinayetan da rastiyên tirkiyê jî derdikevin holê. Her cinayet çîrokekî mirova ye.Xeynî rêzefîlma herdû fîlm jî serkeftî bûn. Lîstikvanî zêdehî baş bûn, yê zehf baş nebûn jî çend kes hebûn. Fîlm, bi senaryokirina pirtûkên emrah serbes; son hafriyat û her temas iz bırakır hatiye çêkirin. Berhem û senaryo gelek xweş bûn, derhêner çend caran guherîn lê derhênerê giştî her tim serdar akar bû. Ev fîlm û rêzefîlm, ser mijarê ku li tirkiyê her kes nikarî cesaret bike ku ser bixebite da sekînin. Ez bawer im berhemên wiha li tirkiyê zehf zû nayên çêkirin.



10.10.2022 23:37 ~23:47 | pêşewa