Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ecûn] de;

17. Bi eslê xwe xwarinek ji Riha ye û qasî ko min bihîstîye çîroka wê digihê dema pêxember Brahîm û Nemirûd. Xelkên Mêrdînê jê re dibêjin "ecîn".
Xwarina ko naverokên wê : goştê xav ê hûrkirî, sindikê belloxê, ava bacana, ava îsota, dermanên germ , îsotên tuj û kûtandî, xwê, zeyt û sîr e. Xwarin, bi çend seetkan eciqandina hemû naverokan hundirê teşta bafûnî an jî hesinî tê amade kirin.
Gava ez zaro bûm pîrê vê xwarinê çêdikir lê li malê de dilê kesik ji mezinan lê venedibû û bi tenê zarokên malê dixwarin. Li ser vê jî pîrê xwe dixeyidand û digot:" Ma, malmîratno! Ez jinek tahir, bi dezgeh û bîst û çar seetan destmêj girtîme, hûn çawa dilê xwe ji min dixelînin!"

Jêrnivîs:
Gava em diçûn mala wê, bi tilîyên xwe re sirsirka diperçiqand:(( ez dibêjim qey ji ber vê mehdê kesî li xwarina wê venedibû.
(Rehma Xwedê li te bi pîrê;))



25.03.2021 12:22 ~12:24 | pîroz