Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarina herî xweş] de;

44. 1. (bnr: savara ber bacana)
2. (bnr: kûtilk)
3. (bnr: pelê sîrê)



10.08.2021 22:09 | pîroz

42. Savara ber bacanaye. Ez kengî ve bi xwe hesîyame gelekî hej savarê dikim bi taybetî a ber bacana.Ev xwarin kengî li malê de çêbibe yana ez li deverkê lê rast bêm û bixwim kêfamin gelekî tê. Wek dermanê antîdepresanêyi ji bo min. Ji ber ko çîroka wê heye û mi dibi zaroktîya min.
Tê bîramin ez gelekî piçûkim lê aqlê min digihê tişta. Rojekî ji roja cejnê lê kîjan cejne nizanim. Bi rastî jî gelekî hûrikim ji ber vê yekê zarokê malê ên ji min mezintir derketinin derve ko şekirê eydê bidin serhev lê mi bi wan re neşandinin. Wext hesirkîye, dîya min, bavê min û ez -em li qata banî mane. Ca min savarek ber bacana çêkirîye û ban mi diki. Tehma wê girarê hîn di bîra min deye. Girar şilek hatîye û devê min jê dişewite. Lê ne xemma mine, ez dikenim.Kêf kefa mini û ez delalîme.



20.02.2021 00:16 | pîroz