Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirovên hejar] de;

2. Navê wergerandî a pirtûka Vîktor Hugo a Les Miserables e. Pirtûkek gelekî xweş e. Li ser jîyana Jean Valjean disekine ku zilamek hêjar bi xwişka xwe re û xwarzîyê xwe re dijî. Rojkê hengî ji zikê zaroka re diheyire ji firinekê nanek didize lê cîh de tê girtin û qederê 19 salan di girtigehê de wek xûlaman dişûxûle. Dema azad dibe, rîya wê li zarokek sêwî ku dîya wê ji hejartî û neheqî karê bêrê dike rast tê û ji keçikê re dibe bav.
Ez herî zêde di pirtûkê de li ber dîya cosette ku navê wê Fantîn bû dikevim. Rebena Xwedê diçe zankoyê ku bixwîne lê dil dikeve yekî û ew bênamûs keçikê avis dike. Gava Fantîn li xwe mikûr tê ji ber jinikê direve xwe ne li wê ne ji zaroka xwe re nake xwedî. Îca, jinik dev ji xwendina xwe berdide û diçe febrîqê rênçbertîyê dike lê çavê xelkê jê re bar nabin, bêbextî lê dikin û jinik ji karê xwe dibe. Dûra zaroka xwe datîne li cem xwedî qesrekê bes ew jî pê re xayîntî lê dikin, zaroka wê xweşik xwedî nakin. Her meh ji bo ku çend qirûşan bişîne wan xelka Fantîn pêşîka diçe li ber berber û ew porê zer ku dikeve heta li ser çoka jê dike û difroşe. Dûra dîsa doza pera lê dikin, vêca diçe her du diranê xwe yî ber radike û difroşe ji bo kezeba xwe. Talî tiştek wê namîne derdikeve qada û xwe difroşe, di wan kolanan de rojekê gelekî sar ji jiyana xwe dest dide û sêwîkê li pey xwe dihêle...



19.08.2021 10:30 ~10:31 | pîroz