Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zêdenebûn vs nezêdebûn] de;

1. Kul û derd ê @ lewendî bû.

Lê berî ku ew ji xwe re bike derd min jî hebikî li ser fikirîbû, heta min peyamek ji hin moderatoran danî lê dûra jê bir.
Ew moderator:

@Merwano


Wek ku ez dihizirim:
Zêdenebûn eksa peyva zêdebûnê ye ku ev lêker e yanî nîşanîya "kirin" ê ( action) dike.
Wek; Îro çend roj li ser kampanyaya danasînê derbas bû lê hejmara nivîskara zêdenebû.

Gava yek bêje Nezêdebûn jî wek hejmara kêm, hindik nîşanî dide ku vê çaxê dibe "rengdêr".
Mînak: Hejmara kesên ku ditirşikînin nezêde ye.( hindik e)


Nîşe:
Ne zimannas im, ne jî perwerdehîyek taybet li ser rêzimana Kurdî min standîye. Min tenê wek axiverek jixweza (natural speaker) ramanên xwe nivîsand.
Ko çewtîyek hebe bêjin ez ê serrast bikim.



07.08.2021 11:44 ~11:50 | pîroz