Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serboriyên tirşikvanan bi mamosteyan re] de;

2. Gava ez li medresê bûm, mamosteyek min î zimên û Wêjeya Tirkî hebû, jinik hebikî dêhnik bû. Îca, roja ezmûna waneya wê de ez negiham li ser xêzkirina qûtîkên qoda, zingil lêxist û kaxeza min ji min standin. Belê, min hemû pirsan çaresel kiribû lê hewcê bû ko cîhê "qoda" jî xêz bikim.
Axir, çûm ba jinikê, min got" mamoste, qûrban heyran tiştek wilo hatîye serê min, jkx tu karibi tê pûanê min ne ji qûtikê bihesibîni, tê pûanê min ji giştîya kaxeza min bigire" Vêca mamoste got, "tu ye, te ji min tiştekî ewqas çewt xwestîye!
Nexasim, jinik ez hetikandim û heska min şikest.
Kelogirî bûm û rasterast çûm cîhê xwe rûniştim.
Piştî demekê kurt bang li min kir. Rûyê xwe pêş min kir û got," Tu divê, maçî min biki heta ku em li hev bên!" Îca ez mam heyirî lê min jinikê maçî kir, wê jî pûanê min serrast kir. (Mala wê ava)
Nîşe:
Dixwazim vê yekê bêjim, ger mamoste tiştekî mezintir û sosrettir xwestiba min ê kiriba. Ji ber vê , gava ev serborî tê bîra min ez dikenim û dibêjim," Xwedê kir ko mamoste ne zilambû!"



24.05.2021 12:08 ~12:10 | pîroz