Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wolven storm] de;

1. Wolven storm an jî bi Kurmancî bahoza gûran
Strana ko li lîstika kombersê a Witcher 3 de ji alîyê havalê geraltê rîvyayî Hozan Dandelion ve hatîye sêwirandin. Lê Hozan Prischilla distire.
Qasî ko di pirtûkên ko lîstik jê hatîye girtin ,dîyare ku Hozan Dandelion gotinên vê stranê li ser evîna mezin a bi navûdeng a Geraltê Rîvyayî û yennifer ê avêtîye.

Piştî ko Geralt û Yennifer bi sedema devgirêdana cinekî dil dikevin hev, çiqas bixwazin ji hev qût nabin talî dîsa digihên hev. Dîlkirîyê vê evînê ne û xilasîya wan jê tunneye. Jixwe ji ber ko Geralt yekî mûtant e û ne mirov e, çiqas xweserîyên hestî ji alîyê mirovahîyê hebe ji hema dûr e. Nikari hez bike, dil bikeve, zikreşîya bike, dilê xwe ji tişta bixelîne hwd.
Bi tenê dikari bi vî awayî hej bike. Ji lewma jî Yennifera me her tim, di bîra xwe de gûman ji hezkirina wî dibire û yeqînîya xwe pê nayîne, gelek caran terikandina wê digihê vê yekê.

Wolven Storm/ Bahoza Gûran

....
To bind our fortunes, damn what the stars own
Nelet li wan stêran ko sûda me bi hev re hatîye girêdan
.
.....




11.05.2021 05:12 ~05:14 | pîroz