Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [melankolî vs. bextewarî] de;

4. Tiştek tuneye ko li vê jiyanê de em jê re bêjin heta hetayê berdewam e. Gava xemgînî hat bêhna xwe fireh bikin û bizanin ê piştî wextekê biqede. Gava bextewarî ket behra we, zûka dev jê neqerin wê himbêz bikin ji ber ko ew jî mêvan e.
Sala 2017 bû ko êşa depresyonê li min ketibû, nêzîkî 2-3 salan jî ez pêketîyê vê nexweşîyê bûm. Ji bo çareserîya nexweşîya xwe jî , Diçûm ber bijîşkên derûnî ji min re derman datanîn; diçûm ba şêx û meleyan ji min re nivişkan çêdikirin lê tu xêr nedikir.

Ma ferhenga delal, wan çaxan de porek li ser min hebû! wek zilifa dîka, çirûskên sor û reş vediket bin tavê de. Lê rojkê hengî bêhna min teng bibû, biryarek gelekî lez min jê kir. Ji encamê ne razî bûm û gelekî poşman bûm.

ziyanên ko min li xwe dikir roj bi roj zêde dibû. Dûra, min êşa xwe danî li ser sînga xwe û min got ez nikarim jê birevim, nexwe ez ê têra xwe li ser bigrîm û dilê xwe bi xwe bişewitînim(:
Û demek dirêj derbas bû, rojekê ez bi xwe hesîyam ko dilê min qewîn bûye û êdî her tişt ne wek berê xema min e.
Nîşe:
Belê min wilo kir lê ev jî tiştekî xirab bû. Hemû sûncê beaqiltîya xwe, min qederê 2 salan dereng dest bi xwendina zaningehê kir.
Lêzêdekirin:
Wî, Min ewqas qala xemgînîyê kir, bextewarî ji bîra min çûye!


.



28.04.2021 03:30 ~03:32 | pîroz