Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di rêwitiya otobêsê de li paş ve tewandina paldankê] de;

6. Heke çîqê we dirêj be û rêya we jê dirêjtir, ev rêwîtî ji bo we dibe jehr. Heta rê diqede laş tev diqerime û bawî dibe.

Jixwe di nav xelkê me de şaristanî zêde deng venedaye, çiqas ji wan tê ewqas ên hawirdorê aciz dikin. Ê paldankê bitewînin da ku enîya wan bigihê çokên ko li pişt wan rûdinê. Ew jî ne bes, heta zarokên xwe yî hûrik davêjin dewa we. Îca dibe hawar hawara wan zarokan! Vêca jî li meriv dinerin ko zarokên wan şa bike.Heyran, ma ji min ketîye ev zarok ko ezê li ber bigerim û kanex bikim?!
Nîşe:
Kêfa min gelekî ji zarokan re tê ko karim bêjim rehê min bi wan ve ye. Lê, tehmûlkirina min î hemberî mirovên wilo jixwehez û bêxem tunneye.



01.05.2021 03:01 | pîroz