1. Kemal Fewzî di sala 1891an de li Bedlîsê hatiye dunyayê. Ew biçûkê Qadir e û li lîseya askerî ya pangaltiyê (Pangaltı Mekteb-i Harbiyesi) xwendiye. Di Şerê cîhanê yê yekem de milazim (teğmen) bûye. Li yanyayê di Şerê balkanan (1912-13) de ji ber ku birîndar bûye ew malûlen teqawid kirine. Piştre dest bi rojnamegeriyê kiriye. Kemal Fewzî nezewiciye. Ew di dema xwe ya Xwendingeha Leşkerî de alîgirê rêxistina Îtihad û teraqîbûye. Ji helbestên wî yên wê demê ev yek diyar dibe. Li gorî Malmîsanij, di helbestên wî de tesîra kesên wek abdülhak hamid, ahmed haşim, Faik Ali û tevfik fikret xuya dike. Li gorî çavkaniyên curbicur, endamê gelek komele û rêxistinên kurdî bûye û her wiha nivîsên wî di kovar û rojnameyên wek hetawî kurd, jîn û kurdistan de bi navên wek Kemal Fewzî, Hîzanîzade Kemal, K.F., H.K. belav bûne. Naveroka nivîsên wî li ser edebiyat, folklor, dîrok, mijarên civakî, siyasî û neteweyî ne. Wekî Özoğlu jî balê dikşîne, Kemal Fewzî ligel ku li Ewropayê nexwendibû û ji çîneke zêde giregir nedihat jî di nav kadroyên siyasî yên kurdan de yek ji kesayetên awarte bû. Fewzî, piştî têkçûna Serhildana 1925an li Diyarbekirê hatiye darvekirin. |
|
10.11.2020 23:18 ~23:21 |
sitî cp
|