Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berijahr

profîla "berijahr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [her mal dibistanek] de;

1. Belgefilmeke li ser zimanê kurdî ye. Derhênerê filmê Ardîn Dîren e.

Li Amedê dibistaneke bi navê Ferzad Kemanger hebû ku hemû waneyên wan bi kurdî bûn. Malbatên xemxur zarokên xwe nedişandin dibistanên tirkan. Ji devla wê zarok dişandin Ferzad Kemangerê. Lê qeyyûman deriyê dibistanê mohr kirin. Malbatan, zarok û mamosteyan dîsa jî dev ji keda xwe bernedan û her roj li malekê dersên xwe didomandin. Ev belgefilm jî wan rojên berxwedanê nîşan dide.

Bi rastî jî dibistana Ferzad Kemangerê pir hêja bû. Zarokên diçûn dibistanê pir xweşik kurdî diaxivin. Çend caran bûm şahid ku wan zarokan henekên xwe bi Tirkî axêvan dikir.

Destên derhêner sax bin ku ew mînaka hêja qeyd kiriye.



15.05.2020 18:00 | berijahr