Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berijahr

profîla "berijahr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku aramiyê didin mirov] de;

54. Bêguman perdeyên li ber paceyên vekirî li ba dibin e. Di her danên rojê de temaşekirina wan xweş e. Serê sibehê bayekî hênik û nermik wê perdeyê dilivîne û dengê çûkan mirov hişyar dikin.. Nîvrojê dengê zarok û çûkan tevlîhev dibin, guhê min li ser wan e, perde jî giran giran dilive, carinan disekine, sîesta... Ber êvarkî hêdî hêdî şev deriyê xwe vedike ji hestan re, helbet perde jî mêvan e... Ji deverekê dengê muzîka klasîk pir nizm tê, perde dikeve dansê. Hêdî hêdî xwe dilivîne, dengê zarokan û çûkan nizm dibe lê yê muzîk û sîrsîrkan bilind dibe... Ku dibe derengiya şevê perde xwe bi nav hestan de ber dide, dora axaftinê ya wê ye... Ez rebena hestên te me perdeyê, ji devla min jî vebêje!



22.06.2020 16:16 | berijahr