Tirşik - Profîl
tirşik-profîla soryazyus

profîla "soryazyus"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêlm] de;

2. Albuma ferit sevim ya bi teswîra wî kirî ya 'malê' ye. Ji 3 stranan pêk tê (hilweşîn, bafirok, rabe ser xwe). gotin û muzîkên her 3 stranan jî aîdê ferit e. bêguman xebatek bêkêmasî ye. bi ya min albuma herî serkeftî ya di van salên dawîyê de derketî ye. kompozîsyonên wî ji alîyê muzîkê ve jî ji alîyê gotina ve jî gelekî serkeftî ye. hinek blueskarên cîhanê yên navdar hene (wek mînak John Lee Hooker) nîşana xwe ya taybet diavêje dawîya stranê dema tû dibihîzî tû dizanî ew e. ferit jî weke wan xebatên xwe yên berîya vê albumê di vê albumê de jî nîşana xwe avêtî ye dawîya stranên xwe û dema tû dibihîzî tû dizanî ev ew e. ev lawik tiştên gelek xweş çêdike teqez jê nemînin. nizanim çima qedr û qîmeta ku heq dike nabîne. heyf..

lînka albumê

Here lînkê



23.04.2020 19:06 ~19:08 | soryazyus