Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelîl cibran] de;

6. Cibran li nav darên selwiyê li Bişariya Libnanê hat cîhanê. Wî li wir dest bi xwendekariya xwe kir lê di 12-saliya xwe de - sala 1895an - koçî Bostona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.

Di 14 -saliya xwe de ew bi tenê vegerî Libnanê daku xwendekariya xwe li Medreset el-Hikmetê kuta kir. Li wir zimanê sipehî yê helbestên wî, ku tê de çanda erebî û bandora rojavayî digihin hev, teşe da. Wî du caran li Parîsê nîgarkêşî xwend, dû re vegerî Bostonê û paşî çû New Yorkê û ta mirina xwe li wir ma.

20 salê jiyana xwe ya dawî li Emerîkayê derbaskir û li wir dest bi nivîsîna îngîlîzî kir. Fîlozofê emerîkî yê eslê xwe ji Libnanê nivîskarê ceribandin û romanê, helbestvan û wênasaz Xelîl Cibran 10ê nîsana sala 1931ê de mir.


Berhemên wî yên wergerandî bi zimanê kurdî

Peyamber (wergêr: Husein Muhammed)
Bexçeyê Peyamber (wergêr: Husein Muhammed)
Baskên Şikestî (wergêr: Husein Muhammed)



01.07.2020 00:04 | yûsiv