Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biyanî] de;

16. Pirtûka albert camusî ya bi navê biyanî yek ji girîngtirîn pirtûkên sedsala 20em û yek ji kevirên bingehîn ên tevgera absurdîzmê ye. Berîya ku hûn ji pirtûkê fêm bikin divê di serî de hûn dînamîkên tevgera absurdîzmê baş bizanin. Ger ez ji bo xwe bibêjim min vê pirtûkê di 15 salîya xwe de xwend lê di 19 saliya xwe de min vê pirtûkê fêm kir.

Pirtûk ji aliyê albert camus ve di sala 1942an de hatiye nivîsîn. Di 1957an de jî xelata Nobelê stendîye. Albert Camus piştî rudyard kipling ciwantirîn kes e ku vê xelatê stendîye. Mixabin Camus piştî sê sal ji ser xelatê derbas dibe, di qezayekî de dimire.

Roman bi perspektîfa lehengê sereke yê pirtûkê ango ji çavê Meursaultî ve bûyerên balkêş ên jiyana wî tê berçavkirin. Meursault li cezayîrê memûrek e. Jiyana wî gelek ketober û rûtîn e. Li tazîya dayîka xwe de keçikek nas dike. Navê keçikê Maria ye. Ew dibin Xoşewîst lê meursault yeqîn dike ku ji hez nake.

Di pirtûkê de jiyana Meursault-î, bûyerên balkêş ên jiyana wî tê behs kirin. Ew li gor civaka xwe mirovek anormal (!) e. Bûyerên girîng tesîrê wî nake, li ber tevgeran gelek sekan e û dengê xwe zû bi tiştanan ve nayne. Dayîka wî dimire, tiştek hest nake, tê binçavkirin ne xema wî ye. Meursault mirovek wisa ye. Dema li dadgehê mirina dayîka wî tê pirsîn, bersivek gelek absurd dide.
"Îro dayîka min mir, an jî doh bû. nizanim..."

Di vir de, nêrîna absurdîzmê derdikeve pêşiya me. Absurdîzm ew tevger e ku dibêje jiyan di eslê xwe de bê wate ye. Hebûna me nebûna me heman e. Çi girîngiya mirovan tune ye û ew jî wekî zindiyên din in. Ji ber vê yekê jî mirov divê qebûl bike ku li ber jiyanê ti nirxa wî tune ye û her wiha ti wateya jiyanê jî tune ye. Nêrîn û tevgerên Meursault jî yek bi yek zagonên absurdîzmê şanî me didin. Ji bo wê jiyan ji bo Meursault, ketober û çawalêhato ye.

Meursault gelek caran li dij normên civakê xwe derdikeve û ya xwe dike. Bi hişmendiya xwe jiyana xwe bi rêve dibe û li gor wî çi rast be wî dike. Li ber bûyeran guhnedêr e. Piştî cihekî ev taybetmendiyên wî yên karakterî serî wî dixe belayê. Ew bi bûyerên li ser hev û tesadufî dike ku yekî bikuje û derkeve ber dadgehê. Eva bûyer in jî di pirtûkê de bi saya zagonên absurdîzmê yên bingehîn ve gelek baş tê vegotin.



23.10.2023 20:50 ~20:53 | yûsiv